Kûzik (Mustela nivalis), cureyekî kûzeyan (Mustelidae) e. Kûzik xweciyê Asya, Ewropa, bakurê Afrîkayê û Amerîkayê Bakur ye. Kûzik nêçîrvanekî xurt û hov e ku dikanê kerguhekî ji wê bi 5-10 caran girsetir bikuje.
Laşê kûzik dirêj û zirav e, stuyê wê dirêj e, serê wê pan û teng û piyên wê kin in.
Kûzik guhandarên biçûk wekî kojer, kerguh, mişk, hamester û cirpoq dixwe. Lê demê ku kojer hindik bin, kûzik hêk û ferxên çûkan dixwe. Kûzik qirtîş û mêş û mûr jî dixwe. Di hinek herêmên ku nêçîr hindik bin, kûzik laşê mirî yê mişkê lêmûsê qehweyî dixwe[2]
Kûzik li hemû welatên Ewropa û Rûsyayê dijî ye ji xeynî Îrlanda û li hemû deverên Kurdistan, Tirkiyê, Îran ,Sûrî, Ûzbekistan, Tacikistan, Mongolya, Çîn, Japon, komara Korêya Başûr û komara Korêyê Bakur li Asyayê tê dîtin. Kûzik li bakurê Amerîkayê Bakur tê dîtin. Kûzik li bakurê Afrîkayê liCezayir û Maroko dijî ye. Kûzik li mêrg, bejî, daristan, çandingeh, çol û nîvbeybanan dikanê bijî.[3][4]
Tevahiya ku kûzik nêçîrvanê hov û êrîşkar e, lê dijminên ji wê hêzdartir hene wekî rovî, kûzeyê semûr, bûkinkê çolê, bûkinkê daristanan, banevank, şakund, kundê kadînan, kundê spî, bazî an baz û marê cirdonê reş, maregîska serpaxir ku kûzikan dixwin.
Nêzî 18 binecureyên kûzikan hatine danasîn ta sala 2005.
Kûzik (Mustela nivalis), cureyekî kûzeyan (Mustelidae) e. Kûzik xweciyê Asya, Ewropa, bakurê Afrîkayê û Amerîkayê Bakur ye. Kûzik nêçîrvanekî xurt û hov e ku dikanê kerguhekî ji wê bi 5-10 caran girsetir bikuje.